Ji Misrê heta Rojhilata Navîn: Navenda Jineolojiyê vîzyonek lêkolînê ya nû pêşkêş dike

Navenda Jineolojiyê, armanc dike ku rêbazeke lêkolînê ya vekirî û hevkar ku bi perspektîfek zanistî bersivê bide veguherîn û pirsgirêkên li herêmê, rola wê ya di çareserkirina pirsgirêkên jinan û civakî de xurt bike, ava bike.

ASMA FATHÎ

Qahîre – Di ronahiya veguherînên siyasî, civakî û teknolojîk ên li herêmê bi lez diguherin de û ji ber pêvajoyên ku gelek pirsên li ser edalet, wekhevî, maf û beşdariya civakî careke din anî rojevê. Bi vê yekê re hewcedariya vîzyonên lêkolînê yên nû ku dikarin pirsgirêkên jinan ên li Rojhilata Navîn bi perspektîfek ji nêzîkatiyên kevneşopî wêdetir çareser bike, mezin dibe.

Di vê çarçoveyê de Navenda Raman û Lêkolînan a Jineolojiyê, mîna însiyatîfeke ku armanc dike  qadeke zanînê ya li ser bingeha lêkolîna zanistî, diyalog û hilberîna zanînê yên mîna amûrên ji bo guhertinê biafirîne, derdikeve pêş.

Beriya mehekê li Misrê vebûna Navenda Jineolojiyê, pirsên li ser têgeha "jineolojiyê" ya mîna qadeke ku ji bo civakê û hemû pêkhateyên wê dibe çareserî, derdixe holê. Ev qad, tenê bi lêkolîna pirsgirêkên jinan re sînorkirî namîne, derfeteke ku têkiliyên civakî, çandî û siyasî û her wiha pirsgirêkên ku civakên li herêmê pê re rû bi rû ne, ji perspektîfek berfirehtir bên temaşekirin, pêşkêş dike. Ev nêzîkatî, xwe disperê fikra ku zanîn di afirandina guhertineke domdar de amûrek bingehîn e.

Ajansa me bi Dîrektora Îcrayê ya Navenda Raman û Lêkolînan a Jineolojiyê Nûjin Yusîf re der barê sedemên damezrandina navendê, sedemên hilbijartina Misrê ya mîna cihê damezrandina wê, vîzyona wê ya ji bo pêşerojê, pêşîniyên lêkolînê, planên hevkariyê ya bi rêxistinên jinan û saziyên akademîk re û rola wê ya di piştgiriya lêkolîneran û hilberandina lêkolînên ku bi rastiyê ve girêdayî ne de hevpeyvînek kir.

Di destpêkê de em dixwazin fikra navendê fêr bibin. Gelo çima we bi taybetî navê "Jineolojî ye" hilbijart? Di vê pêvajoyê de çi bû sedem ku hûn biryara avabûna vê navendê bidin?

Fikra jinolojiyê ne fikreke ku îro derket holê ye. Avakirina navendê jî ne fikreke ji nişka ve bû. Ji sala 2025’an û vir ve, li ser têgeha jinolojiyê, veguherînên ku li herêmê diqewimin û hewcedariya qadeke rewşenbîrî û lêkolînên bingehîn ku van veguherînan bi perspektîfeke cuda çareser bike, nîqaşên domdar hatin meşandin.

Navê “Jineolojî’ li navendê hat dayîn. Ji ber ku jineolojî di bingeha xwe de zanistek e û zanist tenê bi qadek sînordar nabe. Zanist bi aliyên cuda yên jiyana siyasî, civakî, çandî û aborî re têkildar e û ew civak û jinan ne mîna mijarek ji hawirdora xwe serbixwe, mîna pergalek girêdayî dibîne.

Têgeha "Jineolojî" dibe ku li Misir û Rojhilata Navîn têgehek nû be; lê belê mîna ezmûnek an jî ramanek ne nû ye. Di heyama borî de bi saya civîn û çalakiyên ku me li dar xistin, me dît ku ji bo vê têgehê eleqeyek mezin heye. Hemû kesan dest bi van pirsan kir: Jineolojî çi ye? Gelo ev zanist çima niha tê rojêvê? Vê eleqe û têkiliyê me ber bi avakirina navendeke pispor a di warê raman û lêkolînê ve bir. Armanca me ew e ku em potansiyelan di nava civakê de bi pêş bixin, zanîna nû çêbikin û vê zanînê belav bikin.

Di rastiyê de ji bo ku jineolojî hebûna xwe bidomîne, ne hewceyî navendek e; ji ber ku jineolojî beriya saziyek, ramanek e û zanistek ku dikare li her derê were sepandin e. Li Ewropa, Lubnan, Sûriye, Tirkiye, Îran û Amerîkaya Latîn, lêkolîner û pisporên ku bi jineolojiyê re eleqedar dibin hene. Hemû kes vê zanistê li gorî hewcedarî û şert û mercên civaka xwe bikar tîne. Lêbelê, hebûna navendeke lêkolînê, ji vê fikre re çarçoveyek sazûmanî dide qezençkirin û dibe alîkar ku bi awayekî rêxistinkirî û domdartir zanînê bihilberîne.

Bi taybetî dema ku pirsirêkên jin li herêmê dijîn li ber çavan bên girtin, hûn rola Jinelojiyê ya di afirandina guhertinê di civakan de çawa dinirxînin?

Îro em bi pirsgirêkên mezin ên civakî re rû bi rû ne. Guhertin bi veguherîneke rewşenbîrî ku têgihîştinên bi cih bûne lêpirsîn dike, destpê dike. Em bawer dikin ku sedsala 21’ê dê bibe serdemek ku jin dê di warên raman, çand, siyaset û teknolojiyê de bi hebûnek xurttir bicih bigrin.

Li gorî vê têgihîştinê, jinelojî jinan mîna mijarek ku bi tenê were nirxandin nabîne; di heman demê de têkiliyên di navbera jin, mêr, zarok û civakê de bi awayekî yekbûyî lêkolîn dike. Her wiha armanc dike ku nêzîkatiyek li ser bingeha edalet, wekhevî û hevkariyê bi pêş bixe.

Rastiya ku di şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn de jin piranî caran dibin hedefên ewil, hewcedariya hilberandina zanîna nû ya li ser rastiya jinan ji her demê girîngtir kiriye.

We di axaftina xwe de diyar kir ku qanûn û rêzikname yek ji mijarên bingehîn in. Gelo hûn têkiliya di navbera lêkolînên zanistî yên li ser mafên jinan û guhertina qanûnî de çawa dinirxînin?

Tenê hebûna qanûnan têrê nake; ya girîng ew e ku ev qanûn çawa tên amadekirin û bicîhanîn. Di nîqaşên me yên bi parêzer, akademîsyen û lêkolînerên Sûdanî re, em di navbera zanîna qanûnî û şiyana jinan a sûdwergirtina ji van mafan de valahiyek girîng dibînin. Pirsgirêkên mîna beşdariya siyasî, temsîlkirin, tundiya zayendî ya di pevçûnan de û tecawizên li deverên şer, mijarên ku divê ji perspektîfek qanûnî û civakî ve bên çareserkirin in.

Her wiha, em dibînin ku hinek gotarên olî yan jî civakî yên li hinek welatan ku hê jî îmgeyên qalîb ên têkildarî jinan ji nû ve hildiberînin hene. Ev yek hewcedariya zanîn û zanistê lezgîntir dike, ji ber ku guhertina rastîn beriya bigihîje qanûnê, di raman de dest pê dike.

Lewma em bawer dikin ku jînolojî ne tenê çarçoveyek teorîk e; qadekî ku bi demê re dikarin veguherînin polîtîka, qanûn û fikrên ku veguherin pratîkên civakî yên dadperwertir tên avakirin e.

Di ronahiya ezmûnên we yên qadê de, bi taybetî tecrubeyên ku we di xebatên xwe yên li Bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine de, bandorek çawa li perspektîfa we ya pirsgirêkên jinan kir û tevkariyek çawa li Navenda Jinolojiyê kir?

Tecrubeya min a 14 salan a li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî di hawirdorek ku bi pevçûn û pirsgirêkên tevlihev hat jiyîn de, di avabûna perspektîfa min de xwedî bandorek girîng e.

Tevî şer, birçîbûnê û windahiyên mirovî jî di hawirdorek ku jin di pêş de bûn de der barê mafên malbat û jinan de werin pêşxistin û beşdariya jinan di jiyana giştî de îradeyek xurt hebû.

Lê belê me dît ku dema şert û mercên siyasî guherîn ev destkeftî dikarin zirarê bibînin. Ev nîşan dide ku divê mafên jinan bi berdewamî ji aliyê rewşenbîrî, qanûnî û civakî ve werin parastin.

Vê ezmûnê nîşanî min da ku jin bi îrade, hêz û wêrekiya xwe hebûna xwe îsbat dikin û her projeyeke ku armanca wê edalet e divê beşdariya tevahî ya jinan a di pêvajoyên biryargirtinê de misoger bike. Lewma, jineolojî ji bo me ne partiyeke siyasî ye û ne jî rêxistinek e. Jineolojî raman û rêbazeke ramanê ye. Em bawer dikin ku ger nîqaşên em îro dikin veguherînin xebata kolektîf û îradeyek civakî ya rastîn, dikarin sibê têgehên nû heta qanûnên nû jî biafirînin.

Bêguman veguherîna Jineolojiyê ya ji ramanek ber bi navendeke lêkolînê ya bi fermî ve rastî hinek zehmetiyan hat. Gelo we çima pêdivî bi hebûna navendeke fermî dît?

Wekî ku min berê jî got ji bo tu hebûna xwe li ser esasê jineolojiyê bidomînî, pêdivî bi navendek nîn e; lê belê ji bo ku em karê xwe bi bandortir bimeşînin, me pêdivî bi çarçoveyeke qanûnî û sazûmanî dît.

Di dema pêvajoya damezrandina navendê de, em rastî hinek zehmetiyên burokrasiyê hatin. Lê belê me hewl da nêzîkatiya beşdarbûnê ya ku em diparêzin di avahiya xwe ya sazûmanî de jî nîşan bidin. Mînak; me pêvajoyên biryargirtinê li ser bingeha hevkariyê pêk anî.

Vebûna navendê ji bo me ne dawî ye, destpêka xebatan e. Armanca me ne tenê hilberîna gotaran e, armanc ew e ku em bi zanîn û lêkolînên rast re tevkarî ji bo guherîna civakê bikin.

Îro, em bi zehmetiyên têkildarî zihniyeta serdest, darazên qalîbgirtî û çanda baviksalar a ku hê di gelek civakan de berdewam dike re rû bi rû dimînin. Lewma, berpirsiyariya me ya îro ji ya beriya damezrandina navendê pir mezintir e.

Gelo navend dê di heyama pêşiya me de li ser kîjan mijarên sereke bisekine? Xebatên we tenê bi pirsgirêkên jinan re sînordar dimînin?

Lêkolîna me dê bi mijarek tenê yan jî bi destgirtinaa jinan a wekî mijareke cuda ji civakê re sînordar nebe. Ji ber ku em civakê wekî hebûnek yekbûyî dinirxînin.

Em ê li ser gelek mijarên civakî û çandî yên têkildarî jinan û civakê û her wiha mijarên wekî têgeha azadiyê, edaleta veguhêz, nasname, tundiya li ser bingeha zayendiya civakî, tecawiza di dema şer û li derveyî pevçûnan de û sunetkirina jinan bixebitin.

Her wiha em bi taybetî balê diklînin ser aqilê çêkîrî ku guhertinên cîhan di ronahiya pêşkeftinên teknolojîk de dijî.

We çend caran behsa aqilê çêkirî kir. Hûn bandora aqilê çêkirî ya li ser jinan û xebatên lêkolînê çawa dinirxînin?

Em aqilê çêkirî ne wekî gefek mutleq û ne jî wekî çareseriyek ji bo hemû pirsgirêkan dibînin. Em wekî amûrekî hewceyê lêkolîneke rexneyî dibînin.

Îro, teknoloji bandorê li awayên ku em difikirin, dinivîsin û bi mirovan re têkilî datînin dike. Her wiha dikare di hilberîna ramanan de girêdana me bi makîneyan zêde bike. Lewma divê em bi baldarî bandorên aqilê çêkirî yên li ser jinan, civakê û hilberîna zanînê binirxînin. Lêkolîna me dê derfet û xeterên aqilê çêkirî binirxîne û lêkolîn ka em çawa dikarin aqilê çêkirî bêyî şûna raman û ezmûna mirovan bigre, bi kar bînin.

We behsa lêkolîna vekirî jî kir. Gelo hûn bi vê têgehê re qala çi dikin?

Gelek projeyên lêkolînê piştî ku temam dibin, dikevin refikan an jî tenê ji bo hejmareke sînorkirî ya lêkolîneran dibin lêkolîn. Armanca me ew e ku em qadeke lêkolînên xwe ji bo nîqaşên giştî vekin û hewl bidin lêkolîner, pispor û xwendevan sûdê bigrin. Ji ber ku zanîna rastîn ji perspektîfeke yekane nayê çêkirin; bi diyalog, parvekirin û kombûna ezmûnên cuda çêdibe.

Her wiha em naxwazin ku lêkolîna me bi lêkolînên teorîk ve sînordar be. Em armanc dikin ku bi riya lêkolînên meydanî, anket û çavdêriyên civakî, lêkolînên ku ji jiyana rastîn tên xwedîkirin, bersivê didin hewcedariyên civakê û beşdarî pêşxistina çareseriyên berbiçav dibin, hilberînin. Her wiha, em ê bi rêxistinên jinan û navendên lêkolînê yên cuda re hevkariyê ava bikin. Ji ber ku em bawer dikin parvekirina ezmûnan riya herî bilez e ku mirov zanîneke kûrtir û bi bandortir hilberîne ye.

Li gorî min, serdema pêşerojê dê bibe serdema ku em bi qasî hîn dikin fêr dibin û bi qasî ku em didin distînin. Ji ber ku zanîna rasteqîn bi yekalî çênabe; bi diyalog û xebata hevkar bi pêş dikeve.

Ruxmê ku hûn li gelek welatan xwedî torên têkilî û xwedî ezmûnên mezin in jî hilbijartina Misrê ji bo Navenda Raman û Lêkolînê ya Jineolojiyê, gelek pirsan derdixe holê. Gelo çima we Misir hilbijart? Misir ji bo we di aliyê rewşenbîrî û pratîkî de çi temsîl dike?

Di serdana xwe ya yekem a Misrê de, min hîs kir ku ez dixwazim li vir bixebitim. Ev hilbijartin ne tenê li ser girêdaneke hestiyarî bû, Misir xwedî hawirdoreke bi danezanên çandî, rewşenbîrî û dîrokî ya ku ji bo projeyek lêkolînê ya demdirêj hewce ye dike dagirtîbû.

Misir, welatek e ku xwedî rabirdûyek şaristanî ya bihêz û avahiyek çandî ya dewlemend e. Ez bawer dikim ku her projeyeke rewşenbîrî hewceyê civateke bi kapasîteya dîrok, çand û diyalogê ye. Ez difikirim ku xebata li Misrê derfetek girîng pêşkêşî dike ku zanîna bi rastiyê ve girêdayî ye û ji aliyê hewcedariyên civakê ve tê xwedîkirin hilberîne.

Her wiha jinên Misrî xwedî dîrokeke dirêj a hebûn û bandorê ne. Jin xwedî kapasîteya hembêzkirina cudahiyên di civakê de ne û bi pêkhateyên civakî yên cihêreng re mijûl dibin. Min ev yek di pêvajoya xwe ya li vir de hîs kir. Min ne tenê ji jinan piştgirî girt, di heman demê de ji gelek akademîsyen, lêkolîner û mêrên Misrî yên ku baweriya wan bi girîngiya vê projeyê hebû jî teşwîq girt.

Di aliyê hiqûqî de hebûna navendeke fermî ya li Misrê, dihêle ku em karê xwe bi awayekî sazûmanîtir û rêxistintir bikin. Bi peydakirina çarçoveyeke zelal a ji bo belgekirina çalakî, bername û lêkolînên me, pêbawerî û berdewamiya karê me xurt dike.

Misir ji bo min beşek girîng a dîroka herêmê ye. Di hevdîtinên ku me bi lêkolînerên Misrî re kirin de, nîqaşên dewlemend li ser dîrok, şaristanî, arkeolojî û nasnameyên jinan derdikevin holê û ev yek perspektîfên nû bi lêkolîna me dide qezenckirin. Her wiha dema ku ez li Misrê me, xwe ji Sûriyeyê dûr nabînim. Ji bilî girêdanên dîrokî û çandî yên xurt ên di navbera herdu welatan de, têkiliya dîrokî ya Kurdan a li Misrê, me di qadeke çandî ya hevpar de dide hîskirin.

Li gorî hinekan pirsgirêkên jinan li gelek welatên Ereb dişibin hev lê li gorî şert û mercên herêmî di hinek aliyan de ji hev cuda ne. Gelo Navenda Jineolojiyê vê rewşa çawa digre dest? Dema ku hûn pirsgirêkên jinan dinirxînin, hûn nêzikatiyeke hevgirtinê raber dikin?

Em bawer dikin ku pirsgirêkên hevpar ên jinên li welatên cuda tîne cem hev hene. Maf, nasname, edaleta veguhêz, parastin û bihêzkirina aborî di nava vê yekê de cih digrin û ev pirsgirêk nikarin di nav sînorên welatekî de werin sînordarkirin.

Lê belê ne pêkan e hemû welat bi heman rengî werin nirxandin. Ji ber ku her civak xwedî şert û mercên xwe yên çandî, qanûnî û civakî yên bêhempa ye. Pirsgirêkên ku jinek Misrî pê re rû bi rû dimîne, dibe ku ne wekî ezmûnên jinên li Sûriye, Lubnan, Libya yan jî welatên Kendavê bin.

Lewma, nêzîkatiya me ew e ku dema em pirsgirêkên hevpar digrin dest, her civakê di çarçoveya wê de digrin dest. Em armanc dikin ku têgihîştineke kûrtir û bêalîtir ku ji bo her welatekî re lêkolînên cuda dike, dijwarî, derfet û şert û mercên bêhempa eşkere bike, bi pêş bixin.

Xalên sereke yên plana stratejîk a navendê ya ji bo serdema pêşiya me çi ne? Hûn ê bi kîjan pêşîniyan dest bi xebatê bikin?

Di qonaxa yekem de, em ê bi semîner, civîn û nîqaşan li ser pêşxistina navend û têgeha jinolojiyê bisekinin. Di heman demê de, em ê bi rêxistinên jinan, navendên lêkolînê û lêkolîneran re toreke têkiliyan ava bikin.

Piştre, armanca me ew e ku em li ser mijarên civakî yên mîna tundiya navmalî, maf, nasname û edaletê lêkolînên bi kalîte bikin. Her wiha em armanc dikin ku bi riya atolyeyên perwerdeyê beşdarî perwerdeya lêkolînerên ku zanînê hildiberînin bibin.

Piştgiriya jin û mêrên ciwan jî di nav pêşîniyên me de ne. Ji ber ku potansiyeleke lêkolînê ya mezin heye hewceyê rêberiyê û derfeta xebatê ya di hawirdoreke zanistî ya cidî de ye. Em armanc dikin ku vê yekê bi riya bernameyên perwerdeyê û şêwirmendiya lêkolînê peyda bikin.

Em girîngiyek taybet didin jinên ku li deverên gundewar dijîn. Em armanc dikin, bi xwegihandina jinên qadê, rasterast ezmûnên wan fam bikin û pirsgirêkên ku di lêkolînên kevneşopî de nayên dîtin eşkere bikin. Her wiha em armanc dikin ku bi avakirina hevkariyên ya bi rêxistinên jinan û navendên lêkolînê re bûyerên herêmî, parvekirina ezmûnan û lêkolînên hevbeş xurt bikin.

Gelo navendê dest bi avêtina gavên berbiçav ji bo avakirina van hevkariyan kir an hê di qonaxa plansaziyê de ye?

Di rastiyê de, beriya vekirina navendê jî bi hinek saziyan re têkilî û danûstandin me hebûn. Lê belê piştî vekirinê em bûn xwedî çarçoveyeke fermî, em dikaribûn li ser ava bikin.

Pêngava me ya ewil dê lidarxistina civîna desteya şêwirmendiyê ku ji akademîsyen û pisporan pêk tê be. Em armanc dikin bernameya xebata navendê pêşve bibin û bi karanîna ezmûna vê desteyê pêşîniyên serdema pêşiya xwe diyar bikin.

Piştî vê yekê, em ê bi rêxistinên jinan, navendên lêkolînê û lêkolîneran re rêzecivînan bidin destpêkirin. Armanca me ew e ku toreke berfireh a hevkariyê ya li ser bingeha parvekirina ezmûnan û pêkanîna projeyên hevbeş biafirînin.

Em hê jî di destpêka rê de ne. Tenê çend roj di ser vekirina navendê re derbas bû. Lê belê em armanc dikin ev destpêk bibe xala destpêkê ya hewldaneke lêkolînê ya demdirêj ku dê beşdarî hilberîna zanînê bibe ku bêhtir bi rastiyê ve girêdayî ye û xwedî kapasîteyeke bilindtir e, piştgiriyê bide jin û civakên li herêmê.

Di dawiyê de, ez bawer dikim ku zanîna rast bi hevkariyê tê avakirin. Guhertina rast jî pêşî bi diyalogê, paşê bi lêkolînê û herî dawî jî bi xebata hevkar dest pê dike. Riya ku em hewl didin bi riya Navenda Raman û Lêkolînê ya Jineolojiyê ava bikin ev e.